Iraq ji ber vîrûsa Koronayê rojên dijwar re derbas dibe

Di nava 24 saetên derbasbûyî de li Iraqê 50 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezarerta Tendirûstiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 50 kes bi vîrûsê ketine û bal dikêşe ser erk û rêbazên xweparastinê, her wiha ji welatiyan daxwaz kir ku wan erkane bi cih bînin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de cih da hejmarê kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û ragihand: “Di nava 24 saetên dawî de ji ber vîrûsê li bajarên Kerbela, Mûsil û Silêmaniyê 4 kes mirine. Li gorî vê bîlançoyê jî heta niha 316 kes bi vîrûsê ketine û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî bû 27 kes.”

Vê gavê ji bo pêşî li belavbûna vîrûsê were girtin li seranserî Iraqê hemû sazî û dezgeh karên xwe sekinandine û li piraniya bajar û navçeyan jî qedexeya hatin û çûnê hatiye ragihandin.