Îranê 5 pasdarên xwe bi darve kir
Îranê 5 pasdarên xwe bi darve kir
Îranê 5 pasdarên xwe bi darve kir
Bi sedema tevli karê terorîstî bûne 5 pasdar, ji aliyê rijêma Îranê ve li girtîgeha navendî ya bajarê Sine yê Rojhiatê Kurdistanê bi awayekî veşartî hatin darve kirin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê gihiştine li ber dest, di 10’ê vê mehê de li zindana navendî ya bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, 5 pasdar ji ber sedema tevlî nava karên terorîstî bûne, cezayê darve kirinê lê hatibûn birîn.
Her 5 kesên binavê; Hîwa Tab, Hemîd Xoşnewaz, Kemal Haşimî, Muslîm Reşîd û Hîwa bi nasnav Çale ku xelkê Merîwanê bûn, pasdarên payebilind ên rijêma Îranê bûn. Hate zanîn ku bi sedema tevlî çend karên terorîstî û kuştina çend melayên Sunnî bûne, hatine darve kirin.
Li gorî heman çavkaniyan cenazeyên wan li goristana Darseyranî ya Merîwanê hatin veşartin.
Hêjayî gotinêye ku, ev her 5 kes destpêkê di astên bilind ên leşkeriya rejîma Îranê de cih girtine. Bêyî ku di rojname yan jî radyo de behs bikin yan jî tawanên ku kirine bêne lêkolîn kirin û aşkera kirin, bi awayekî veşartî hatine bi darve kirin.