Îran: Yan dê lihevhatinek çêbibe yan dê raûntek nû destpê bike!

Îran: Yan dê lihevhatinek çêbibe yan dê raûntek nû destpê bike!

Di hevdîtinên Cenewreyê de têkildarî programa nukleerê ya Îranê hêvî hebûn ku lihevhatinek pêkbê, lê bidaxuyaniyên hatine dayîn nîşan dide ku îşev dê lihevhatinek çênebe. Rayedarekî Îranê got: “Îşev yan dê lihevhatinek çêbibe yan dê raûntek nû destpê bike.” Bicewherî pêşketin hene lê encam nemisogere.

Birojane sînyalên di navbera Îran û Rojavayiyan de dê li hevhatinek çêbibe tên dayîn. Li beramberî rawestandina programa nukleerê ya Îranê, muzakere têne kirin ku pêkanînan sivik bikin. Hevdîtinên îro di navbera Nûnera Têkiliyên Derve ya Yeketiya Ewropayê Catherine Ashton, Wezîrê Derve yê DYA’yê Kerry û Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarif da têne kirin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Aragşî da diyarkirin ku, hevdîtinên li Cenewre li ser programa nukleerê ya Îranê têne kirin dê sibe berdewam neke.

Aragşî got; “Hevdîtin sibe (Yekşemê) berdewam bikin. Yan dê îşev bidawî bibe yan jî raûntek nû dê çêbibe.”

Îro roja sêyeme li ser nukleerê hevdîtin têne kirin. Nîqaşên roja dawiyê dibe ku lihevhatin çêbibe pêkhat, hêviya blokaja ku deh sal bû dihate jiyan kirin û şer dûrxistin avakir.