Îran û Venezûela dixwazin buhayê petrolê bibe 100 Dolar
Îran û Venezûela dixwazin buhayê petrolê bibe 100 Dolar
Îran û Venezûela dixwazin buhayê petrolê bibe 100 Dolar
Wezîrê Karên Derve yê Venezûelayê Rafael Ramirez ê li Îranê ye, bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derve yê Venezûelayê Rafael Ramirez, bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re rûnişt. Serokkomarê Îranê di axaftina xwe ya li hevdîtinê de got, "Di qada têkiliyên dualî de, bi taybetî jî ji aliyê aboriyê ve em ê her tim hewl bidin têkiliyên xwe bi pêş ve bibin." Wezîrê Karên Derve yê Venezûelayê Ramirez jî da xuyakirin ku ew ê bi Îranê re di nava têkilî û hevkariyê de bin.
DIVÊ BUHAYÊ PETROLÊ BÊ ZÊDEKIRIN
Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîcan Namdar Zangene û Wezîrê Karên Derve yê Venezûelayê di hevdîtinekê de ragihandin ku ji bo buhayê petrolê ji nû ve bigihêje asta 100 Dolarî wan li hev kirine.
Di hevdîtina duh a li paytext Tehranê de ku detayên wê nehatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Venezûelayê Ramirez bal kişand ser aciziya xwe ya li ser buhayê petrolê û got, "Buhayên îro gelekî kêm in û bi dîtina me buhayê heyî yê petrolê li cîhanê, bi kêrî ti welatî nayê."