Îran: Em ê îspatên sewqiyata petrola DAIŞ û Tirkiyeyê aşkera bikin
Îranê îdîa kir ku wêneyên tevahî rêyên îxracatê yên petrola ji DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê hatiye girtin.
Îranê îdîa kir ku wêneyên tevahî rêyên îxracatê yên petrola ji DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê hatiye girtin.
Têkîldarî bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê daxuyaniyek ji Îranê jî hat dayin.
Îranê îdîa kir ku wêneyên tevahî rêyên îxracatê yên petrola ji DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê hatiye girtin.
Sekreterê Konseya Guncavtiya Biryarên Hatine Girtin ê Îranê Muhsîn Rezaî têkîldarî mijarê daxuyanî da, got wê van belgeyena aşkera bikin.
Rezaî diyar kir ku wêneyên tevahî rêyên îxracatê yên ku TIR’ên çeteyên DAIŞ’ê veguhêziya petrola Sûriye ji Tirkiyeyê dikin hatiye kişandin, wiha axivî: “Ev îspatana mirov dikare pêşkêşî rojnamevanan bike û di weşanên televîzyonan de bikar bîne.”
Rayedarê Îranî wiha ragihand: “Demek pir nêz wê ev materyalên girîng bi raya giştî re bê parvekirin.”
Rezaî destnîşan kir ku ji bo agahiyên têkîldarî bazirganiya derveyî qanûnan a bi DAIŞ’ê re amade ne ku pêşkêşî rêveberiya Tirk bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eger rêveberiya Tirk têkîldarî bazirganiya petrola DAIŞ’ê ya li welat ne xwedî agahiyên têrker bin, em amade ne ku detayan bidin wan.”