Îran’ê 5 girtiyên siyasî yên Kurd 7 roje xistiye hûcreya yek kesî
Îran’ê 5 girtiyên siyasî yên Kurd 7 roje xistiye hûcreya yek kesî
Îran’ê 5 girtiyên siyasî yên Kurd 7 roje xistiye hûcreya yek kesî
Rejîma Îranê bi sedema 5 girtiyên siyasî yên Kurd, bejdarî banga çalakiya gireva birçîbûnê yaku ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK ve hatibû kirin bûne, 7 roje girtiyên siyasî yên Kurd xistine hûcreya yek kesî.
Li gorî ajansa nûçeyan a Herane,Rejîma Îran'ê 5 girtiyên siyasî yên Kurd, yên binavê Ehmed Timoyî, Yusuf Memî, Elî Ehmed Silêman, Mistefa Elî Ehmed û Cihangir Baduzade bi sedema ku bejdarî li banga çalakiya gireva birçîbûnê yakû ji aliyê PJAK’ê ve hatibû kirin bûne, 7 roje xistine hûcreya yek kesî.
Hêjayî gotinêye ku ev her 5 girtiyên siyasî li zindana Urmiye dimînin û heya niha di derbarê rewşa wan de tû agahiyek nehatiye girtin.