Îran dozê li Hollywoodê vedike
Îran dozê li Hollywoodê vedike
Îran dozê li Hollywoodê vedike
Îranê îdîakir ku, filmên ku di van demên dawî de li Hollywoodê tên kişandin, bi awayek qestî îmaja welatê wan xirab dikin û ji bo di qada navnetewî de dozê veke parêzera Fransî Isabelle Count-Peyre girt. Countant-Peyre ku hevjîna Ilich Ramîrez Sanchez yê ku bi navê Çeqel Carlos tê naskirine, ji bo berfirehiyên doza bê vekirin bizane çû paytextê Îranê Tehranê.
Countant-Peyre ku ji ajansa nûçeyan ya Îranê ya nîv fermî ISNA’yê re axivî û da diyarkirin ku, ew dê dozê di derheqê filmên weke ARGO yên îmaja Îranê xirab dikin vekin, ji bo van mijaran bigirin dest ewh hatiye paytext Tehranê.
Filmê ARGO yê Ben Affleck, filmekî ku krîza dîlên di navbera DYA û Îranê de ya salên 1979’an dike mijar. Filmê ku hêjayî xelata Oscarê jî hate dîtin, li Îranê bibû sedema bertekên mezin.
Di nava filmên ku rayedarên Îranê beriya niha dabûn diyarkirin ku, îmaja Îranê xirab dikin, 300 spartayî, Keça Min Nebe Qet û Gureşvan hebûn.