Îran: Di bin navê ‘El Nusra’ de 200 leşkerên Tirk derbasî Helebê bûn
Îran: Di bin navê ‘El Nusra’ de 200 leşkerên Tirk derbasî Helebê bûn
Îran: Di bin navê ‘El Nusra’ de 200 leşkerên Tirk derbasî Helebê bûn
Ajanseke nûçeyan a Îranî îdia kir ku 200 leşkerên endamên artêşa Tirk di bin navê endamên El Nusra de derbasî Helebê bûne.
Ajansa Nûçeyan a Fars (FHA), di nûçeya xwe ya ku wek agahî ji “çavkaniyên ku ji wan tê bawerkirin) wergirtiye got, “Nêzî 200 leşkerên Tirk di bin navê girêdayî terorîstên Eniya El Nusra ne, şeva din derbasî Helebê bûne.”
Hat îdîakîrîn ku ew leşker li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên gîrêdayî herêma Benî Zeyd in û bi piranî Kurd lê dijîn hatine bicihkirin.
Li gorî nûçeyê ew leşkerên ku bi maşîne û malzemeyên leşkerî di deriyê sînorê Kîlîsê re derbasî axên Sûriyeyê bûne û armanca wan a esasî “piştgirîdayîna Eniya El Nusra ya êrîşî Kurdên Sûriyeyî dike.” Ajans her wiha El Nusra wek dûvika El Qaîde ya girêdayî CIA dide naskirin.