IPÛ, ji bo wekîlên HDP’yî, wê heyetekê bişîne Tirkiyeyê
IPÛ, ji bo hevdîtinê bi wekîlên HDP’yî yên di girtîgehan de ne pêk bîne, wê heyetekê bişîne Tirkiyeyê.
IPÛ, ji bo hevdîtinê bi wekîlên HDP’yî yên di girtîgehan de ne pêk bîne, wê heyetekê bişîne Tirkiyeyê.
Yekîtiya Navbera Parlementoyan (IPÛ) a hemû parlementoyên netewî yên cîhanê di bin sêwanan wê de ne daxuyaniyek da û diyar kir ku ji hewldanên bêdengkirinê yên di serî de li dijî parlementerên HDP’ê û hemû parlemeteran bifikar in.
Di daxuyaniya IPÛ yê de, ya ku navenda wê li Civnêvêye, hat diyarkirin ku di civîna meha Çileyê de ya Komîteya Mafê Mirovan a Parlementeran hate lidarxistin, zext û zoriyên 227 parlementerên ku li 16 welatan tên kirin hatin guftogokirin û ji van ji 100’an zêdetir li Tirkiye, Nîkaragûa û Malezyayê ne.
BILA TIRKIYE DELÎLÊN KU TÊKILDARÎ SÛCÊN TERORÎZMÊ DIDIN NÎŞANDAN EŞKERE BIKE
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Tirkiyeyê 55 parlementer jî di nav de rewşa nêzî 60 parlementeran hatiye lêkolînkirin, hat bibîr xistin ku perlemeterên ku di meha Gulanê de destlênedayîna wan hate rakirin nêzî 500 sûcên ‘Terorîzmê’ û wekî wê hene.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser rewşa parlemeterên HDP’ê yên girtî, Komîteya Mafê Mirovan a Parlemeteran ji vê rewşa girtî ya parlemeteran fikarên xwe diyar kirin. Komîteyê di daxiyaniya xwe de diyar kirin ku divê ‘Hiqûqa Tirk bê pêkanîn’ û demildest parlemeter bên berdan, daxwaz kir ku otorîteriya Tirk divê delîlên hê şênber ku weke sûc bê nîşandan û bibe hinceta girtinê nîşan bide.
IPÛ diyar kir ku wekîlên HDP’ê ji ber xebatên xwe yên polîtîk û gotinên xwe yên aştiyane hatine girtin diyar kirine, ev jî mafê meşrû yê mirovane, binî xet kir ku nayê wateya îxlalkirina mafê rêxistinkirin û civakîbûnê.
WÊ KOMÎTEYA MAFÊ MIROVAN HEYETEKÊ BIŞÎNIN
Komîteya Mafê Mirovan a IPÛ’yê ji bo bûyerên ku li Tirkiyeyê diqewimin û di cihê wê de lêkolîn bikin û parlemeterên girtî ziyaret bikin biryar da ku wê heyetekê bişînin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji derveyî Tirkiyeyî rewşa HDP’yiyan wê li welatên mîna Malezya, Nikaragûa, Bahreyn, Bûrûndî, Kûwêt, Mogolîstan, Rûanda, Srî Lanka, Yemen û Zambiya rewşa nêzî 400 parlemteran bişopînin û lêkolîn bikin.