Însiyatîfa Zarokên Êgir li sê bajaran çalakî kir

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku wan li Mûgla, Îzmîr û Dîlokê çalakî kirine.

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand wan 26'ê Hezîranê li navçeya Mîlasê ya Mûglayê wesayitek û li navçeya Alîaga ya Îzmîrê fabrîkayeke petrokimyayê şewitandine. Hate gotin li fabrîkayê ziyaneke mezin çêbû.

Însiyatîfê her wiha diyar kir 27'ê Hezîranê li Bornovayê dema ku du trên derbas bûne çalakî kirine.

Însiyatîfa Zarokên Êgir got eynî rojê li Dîlokê baxçeyê lojmanên leşkerî şewitandine. Her wiha hate diyarkirin li eynî cihî  10 lastîkên wesayitan şewitandine.