Însiyatîfa Zarokên Êgir li pênc bajaran çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Êgir li pênc bajarên Tirk çalakî kirin.
Însiyatîfa Zarokên Êgir li pênc bajarên Tirk çalakî kirin.
Însiyaîtîfê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku yekîneyên wan li Stenbol, Tekîrdag, Bursa, Osmaniya û Eskîşehîrê çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîneyên Zarokên Êgir 21'ê Sibatê li Stenbol Umraniyê fabrîkayeke piştevanê AKP'ê, 18'ê Sibatê li Tekîrdag Çerkezkoyê wesayita faşîstekî MHP'yî yê bi navê H.D û eynî rojê li Velîkoy a Tekîrdagê qemyoneke E.S şewitandine.
Her wiha hate diyarkirin li Eskîşehîrê jî li sîteya sinayî wesayitek, 20'ê Sibatê li Bursa Înegolê TIR'eke mobîlya barkirirî hatiye şewitandin.
Însiyatîfê her wiha got 20'ê Sibatê li Osmaniye jî mal û milkê faşîstekî MHP'yî û li Tekîrdag Çerkezkoyê jî wesayita faşîstekî bi navê R.U hatiye şewitandin.