Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê çalakî kirin
Insiyatîva Jinên Tîrêjên bi çalakiyan 15'ê Sibatê şermezar kir
Insiyatîva Jinên Tîrêjên bi çalakiyan 15'ê Sibatê şermezar kir
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê bi çalakiyan Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan şermezar kir û berxwedana Garê slav kir.
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand yekîneyên wan ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê Komploya Navnetewî û dijî êrîşên dagirker ên li ser Garê, 8,9,10, 11 û 12'ê Sibate li bajarên Tirkiyê çalakî kirine.
Insiyatîvê ragihand yekîneyên wan 9'ê Sibatê li Edîrne Merîçê û li Tekîrdag Maklarê 9 wesayitên nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî şewitandine.
Bi berdewamî hate ragihandin 8'ê Sibatê li Koceelî Dîloavayê 7 wesayit, li Stenbol Umraniyê fabrîkayeke eşyayên spî û li Yalova Çinarcikê jî 4 atolyayên tekstîlên yên nîjatperestên Tirk hatine şewitandin.
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir 10'ê Sibatê li Stenbolê Şîşlî depoyeeke nalbûrê û li Sakarya Hendekê jî qemyoneke nîjatperestên Tirk ên AKP'yî hatine şewitandin.
Insiyatîvê bi berdewamî got 11'ê Sibatê li Kocaelî Gebzeyê fabrîkaya ku eşyayên spî hildiberîna hatiye şewitandin û her wiha li Stenbol Beylîkdûzu li djî wesayita polîsên Tirk çalakiya bi molotofan û bi bombeyên bi destan çêkirî, hatiye kirin û di encama çalakiyê de polîsekî nîjatperest birîndar bûye.
Herî dawî hate gotin yekînyên Jinên Tîrêjên Rojê 12'ê Sibatê li Stenbol Hadimkoyê 5 wesayiten nîjatperest û faşîstên Tirk ên AKP-MHP'yî hatine şewitandin.