Însiyatîfa Gel a Marmara: Newroz wek hatine plankirin wê bên pîrozkirin

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Marmara têkîldarî qedexeyên dewleta Tirk ên li ser pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî da, diyar kir ku Newroz wek hatine plankirin wê bên pîrozkirin.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Marmara têkîldarî hewldanên dewleta Tirk ên qedexekirina pîrozbahiyên Newrozên li herêma Marmarayê daxûyaniyek nivîskî weşand, got: “Divê 20’ê Adarê li Stenbolê, 19’ê Adarê li Kocaelî û Bûrsayê Newroza 2016’an bi girseyî, rêxistinî û xurt bên pêşwazîkirin. Ji ber vê jî em biryara qedexekirina Newroza Stenbolê ya desthilatdariya AKP’a faşîst, bi awayek teqez nas nakin.”

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Marmara daxuyaniyek nivîskî da, got: “Wek li Kobanê û Şengalê, îro jî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex û Amedê em dibin şahidên berxwedanên bi heybet. Bi gotinek din em di fetlerêyek dîrokî ya gav bi gav nêzî hedefa Rêbertiya Azad, Kurdistana Xweser û Tirkiyeya Demokratîk dibin.”

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Marmara di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Divê 20’ê Adarê li Stenbolê, 19’ê Adarê li Kocaelî û Bûrsayê Newroza 2016’an bi girseyî, rêxistinî û xurt bên pêşwazîkirin. Ji ber vê jî em biryara qedexekirina Newroza Stenbolê ya desthilatdariya AKP’a faşîst, bi awayek teqez nas nakin.

Newroza 2016’an em ê bi gelê xwe re li Qada Bakirkoyê pîroz bikin. Em diyar dikin ku em ê biryarên ti kesî nas nekin û li gor vê jî em ji qadên xwe biherikin Qada Bakirkoyê. Em diyar dikin ku li hember her cure astengiyan jî em ê bi berxwedanê bibin bersiv. Li ser vî esasî divê gelê me yê li Stenbolê nîşanî AKP’ê bidin ku Qada Bakirkoyê aîdî gel e. Li gor gihiştina Bakirkoyê, divê her der veguhere qada Newrozê û bi vê ve jî em xwedîderketina berxwedana bê hempa ya li Kurdistanê û hevpariya vê berxwedanê nîşanî her kesî bidin. Li Bûrsa û Kocaelî jî li dijî biryara ‘ji bilî 21’ê Adarê pîrozkirin qedexe ye’ em di dîrok (19’ê Adarê) û cihê hatine diyarkirin tevlî pîrozbahiyan bibin.”

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Marmara herî dawî wiha got: “Em bi vê wesîleyê Newroza tevahî gelê xwe, bi germahiya mîrateya jiyana bi rûmet a di şexsê Sêvê, Çiyager, Haci Bîrlîk, Mehmet Tûnç, Ekîn Wan û Mahsûm Gurkan û tevahî şehîdan de pîroz dikin, baweriya xwe ya tijîkirina qadan careke din dubare dikin.”