Însiyatîfa Gel a Amedê:Em xwedî li Diyar Arkan derkevin
Însiyatîfa Gel a Amedê:Em xwedî li Diyar Arkan derkevin
Însiyatîfa Gel a Amedê:Em xwedî li Diyar Arkan derkevin
Însiyatîfa Gel a Amedê ji bo Diyar Arkanê ku dema ji êrîşa polîsan reviya û ket bi giranî birîndar bûn baga xwedî derketinê kir.
Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de balkişand ser vekişîna gerîlayan a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got ligel vê hikûmeta AKP’ê û dewleta TC tu pêngav neavêtiye û berovajî vê li her derê Kurdistanê qerekol, bendavan çêdike û pergala cerdevaniyê berfireh dike.
Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku Midûrê Midûriyeta Polîsan yê Amedê yê AKP’ê ku 6 meh berê hatiye tayîn kirin hemû yekîneyên xwe seferber kiriye û li kolanên Amedê welatiyên welatparêz dikin hedef, ciwanê rêxistinkirî dike hedef û zarokên malbatên welat parêzê teşwîqê fuhuş û esrarê dike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji roja ku ev midûr hatiye tayînkirin heta îro li bajar Şahîn Oner û Murat Îzol ji aliyê polîsan ve li kolanê hat înfazkirin.
Herî dawî di 1’ê hezîranê de li Amedê ciwanê bi navê Diyar Arkan hedef girtine û êrîşkirine. Di encama êrîşan de Diyar Arkan xwestiye bireve lê ji cihekî bilind de ketiye û bi giranî birîndar bûye. Xetereya jiyana wî heye. Niha Diyar Arkan di unîteya beşa lezgîn ya Zanîngeha Dîcleyê de dimîne.
Arkan di dema pîrozbahiyên qezenckirina Hewldana Karsazên Demokratîk ya Hilbijartinên Odeya Sanayî û Bazirganiyê de rastî êrîşê hat. Hikûmeta AKP’ê û Midûrê Midûriyeta Polîsan a Amedê ji vê berpirsyare. Divê her kes xwedî li ewladê xwe Diyar Arkan derkeve.