Însiyatîfa Gel a Amedê di ‘9’ê cotmehê’ de banga çalakiyê kir

Însiyatîfa Gel a Amedê di ‘9’ê cotmehê’ de banga çalakiyê kir

Însiyatîfa Gel a Amedê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê cotmeha 1998’an ku rê li ber derketina Ocalan ya ji Sûriyeyê vekir, de daxuyaniyek da û bang kir ku divê hemû gelê Amedê li Dortyola Amedê bên cem hev.

Însiyatîfê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku pergala kapîtalîst ya ku fêm kir nekare têkoşîna azadiyê têk bibe û piştgiriya hevkarên kurd ya taşeronên herêmê re  komploya navnetewî ya 98’an xistin dewrê.

Însiyatîfê da zanîn ku 9’ê cotmehê despêka komploya ku Ocalan ji Sûriyeyê derxistiyeye û  got: “Ev komplo wek lekeyeke reş li dîrokê maye. Bi taybet xwestine xeyalên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn têk bibin.

Însiyatîfê dsetnîşan kir ku ligel ku ev 14 sale Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê hiştin jî dest ji têkoşîna azadiyê bernedaye û têkoşîna xwe zêdetir bilind kiriye û komplo vala derxistiye.

Însiyatîfê wiha berdewam kir: “Ocalan di Newroza îsal de pêvajoyek nû da destpêkirin. Hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk tu pêngaveke demokratîk navêtiye û berovajî vê pêvajo xitimandiye.  Operasyonên leşkerî pêk aniye, çekêkirina qerekol, bendav û HES’an berdewam kirine,  hejmara cerdevanan zêde kiriye û hejmara girtiyên siyasî roj bi roj zêdetir bûye.  Li aliyê din jî dibêje em bi kurdan re aştiyê dikin û li aliyê din jî çeteyan li dijî gelê kurd yên Rojava dike nava şer. Ev helwesta du ru ya AKP’ê bi vê zîhniyetê careke din derketiye holê û ji bo pêvajoya çareseriyê têk bibin çi ji destê wan hatiye kirine. Dixwazin kurdan bixapînin, mijul bikin.

Tiştên di pakêtê de ji bo kurdan hatiye gotin, ji xwe ji aliyê kurdan ve pêk tê û gotina serokatiyê ya wekê ‘Azadî nayê xwestin, tê girtin’ piştrast dike. Tiştên ku me di dema xwe de bi zorê bi dest xistine, dewlet mecburî qebul dike. Ji ber vê jî  dewlet dikare qebûl bike.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha  hat gotin: “Ji bo vê divê gelê me di 7-8-9’ê cotmehê de bi şîa ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statu’ dakevin qadan. Di vê di 9’ê cotmehê de esnaf kepenga veneke û ajokar kontakan veneke. Dibistan bên boykotkir û jiyan raweste. Divê gelê Amedê yê bi rumet di 9’ê cotehê de saet di 16.00’a de li Dortyola Baglarê bê cem hev û kopoyê şermezar bike.”