Însiyatîfa Gel a Amedê: Di 15’ê Tebaxê de em hêzê tevlî Şoreşa Rojava bikin
Însiyatîfa Gel a Amedê: Di 15’ê Tebaxê de em hêzê tevlî Şoreşa Rojava bikin
Însiyatîfa Gel a Amedê: Di 15’ê Tebaxê de em hêzê tevlî Şoreşa Rojava bikin
Înîsiyatîfa gel a Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê bi serhildaneke mezin tevlî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê ya li Amedê bibin û wiha got: “Bi ruhê seferberiyê em azadiya Rêber Apo qir bikin û tevlî Şoreşa Rojava bibin.
Înîsiyatîfê da zanîn ku bi wesîleya 29’emîn salvegera 15’ê Tebaxê de bi ruhê serhildanê tevlî pîrozbahiyan bibin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Kurdistan bi Peymana Lozanê li 4 parçeyan hatiye veqetandin û rastî înkar û îmhayê hatine û wiha got: “Kurd ji hemû nirxên xwe hatibûn dûrxistin û di salên 70’ê de bi pêşengiya Rêber Apo, Kurd ji nû ve vejiyane û li ser piyên xwe sekinîne. Dewleta Tirk ya ji derketina PKK’ê tirsiya si sala 1980’ê de darbeya leşkerî pêk anî û li dijî vê Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bedena xwe dane ber agir. Di sala 1984’an de 15’ê Tebaxê de di nava wan şert û mercan de bi pêngava 15’ê Tebaxê guleya yekemîn li mêjiyê dijmin hatiye xistin. Wek Rêber Apo jî diyar dike guleya yekemîn ne tenê guleyeke, felsefeya azadiyê ye. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re ber bi serketinên mezin çûne. Serketina îro ji ber Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatiye.
Rêber Apo di sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de hate revandin û ev 14 sale girtiye. Rêber Apo di nava şert û mercên dijwar de pêngav bi pêngav ber bi serketinê meşiya.
Li dijî berxwedana efsaneyî ya gelê Rojava hêzên dagirker êrîşan pêk tîne û dixwaze teslîm bigire.
Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku bi ruhê serhildanê tevlî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bibin.