'Însiyatîfa Aştiya Civakî û Demokratîk' ava bû
'Însiyatîfa Aştiya Civakî û Demokratîk' ava bû
'Însiyatîfa Aştiya Civakî û Demokratîk' ava bû
Bi beşdariya rêxistin civakî yên sivîl û saziyên pişeyî, "Înîsiyatîfa Aştî, Demokratîk û Civakê" ava bû. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban ê Stenbolê Dr. Alî Çerkezoglu diyar kir ku armanca înîsiyatîfê aştiyekî mayînde ye û wiha got: "Em li vir soza dê xwedî li pêvajoya bêpevçûnbûnê û têkoşîna ji bo aştiyekî civakî pêk bînin didin."
"Înîsiyatîfa Aştî, Demokratîk û Civakê" ya di nav de Serokê Giştî yê TTB'ê Ozdemîr Aktan, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, Serkoa Giştî ya Halkevlerê Oya Ersoy û Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl di nav de ji bo bêjin "Di çarseriya pirsgirêka kurd de em alîgir in" û avakirina xwe îlan bikin dê li Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban ê Stenbolê Dr. Alî Çerkezoglu di destpêka civînê de axivî û wiha got: "Em ji bo aştiya civak û demokratîk bûnê înîsiyatîfê digirin" Çerkesoglu, anî ziman ku hemû gavên ji bo aştî û demokrasiyê tên avêtin gelek girîng in û bang li hemû kesî kir ku tevlî înîsiyatîfê bibin. Çerkezoglu piştî axaftinê metna li ser navê înîsiyatîfê hate amadekirin a bi navê "Em ji bo aştiya civak û demokratîk bûnê înîsiyatîfê digirin" xwend. Çerkezoglu, diyar kir ku divê hemû kes pirsgirêka kurd li gorî tahayulên civaka xwe bibîne û li gorî wê helwestê nîşan bidin û wiha got: "Heke îro pirsgirêka kurd hatibe rojava kesên bi salan ev yek red dikirin bi saya têkoşîna gelê kurd a 30 salan û têkoşîna demokratîk a kesên xwedî slogana 'Di heman demê de aştî' ye."
Çerkezoglu, anî ziman ku pêvajoyekî gelek girîng a ku dê çawa pêşç bikeve li ber wan disekîne û ji bo yekîtiya mafên demokratîk û ji nû ve biratiya gelê kurd û tirk berpirsiyarê bigirin hatin cem hev û wih axivî: "30 salin şer berdewam dike. Di vî şerî de kedar, kesên xizan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo pêvajoya bêçalakiyê mayînde bibîne divê ked bê dayîn. Em soza xwedî li pêvajoya bêçalaktiyê û ji bo têkoşîna aştiyeke mayîde soz didin. Em desturê nadin zarokên kurd û tirk careke din hev bikujin. Em dê li hemberî hemû gotinên nijadperest, cudakar rawestin. Pirsgirêka kurd tenê pirsgirêka di navbera desthilatdarî û tevgera kurd de nîn e. Pirsgirêka hemû derdorên Tirkiyeyê ye." Çerkezoglu, da zanîn ku ji ber polîtîkayên hikûmetê yên "dijminahî" yên li hembeîr jin, ked, elewî û xwazayê li hemberî AKP'ê hêrsekî pêk hat. Çerkezoglu, destnîşan kir ku AKP dixwaze di navbera gelên kurd û tirk de dijminahiyê belav bike. Çerkezoglu bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên Suriyeyê.
Navên kesên ji înîsiyatîfê re îmza avêtin wisa ne: Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, Serokê Giştî yê Petrol-Îş'ê Mustafa Oztaşin, Serokê Giştî yê Derî-Îş'ê Musa Servî, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenolê Alî Çerkezoglu, Serokê Giştî yê Waqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Anadolu Ercan Geçmez, Serokê Komeleyên Çandê yên Elewiyan Dogan Demîr, Alîarkê Serokê Giştî yê Federasyona Elewî-Bektaşî Servet Demîr, Serokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên Ewropa Turgut Oker, Serokê Komela Astengdarên Tirkiyeyê Şukru Boyraz, Serokê Giştî yê SODEV'ê Erol Kizilelma, Seroka Giştî ya Halkevlerê Oya Ersoy, Hevserokên Giştî yên ODP'ê Alper Taş û Bîlge Seçkîn, Alîkarê Serokê Giştî yê Halkevlerê Samut Karabulut, Abdurrahman Atalay, Ahmet Şik, Ahmet Tonak, Alî Haydar Firat, Azîz Çelîk, Azîz Konukman, Cemal Polat, Cengîz Bozkurt, Erîş Bîlaloglu, Hayrî Kozanoglu, Huseyîn Eroglu, Îlhan Cihaner, Îlknur Bîrol, L. Dogan Tiliç, Mehmet Soganci, Metîn Ozugurlu, Mustafa Sonmez, Nîhal Kemaloglu, Nurî Odemîş, Osman Ozturk, Ozdemîr Aktan, Ozgur Muftuoglu, Selçuk Candansayar, Semîh Gungor, Turan Eser û Zafer Aydin.