ÎMC TV: Hewl didin medya û civakek ji yek dengî bafirînin
Rêveberiya ÎMC TV, girtina ÎMC TV û qenalên din ên televîzyon û radyoyê weke parçeyek ji hewldana hikûmetê ya afirandina medya û civakeke ji yek dengî, pênase kir.
Rêveberiya ÎMC TV, girtina ÎMC TV û qenalên din ên televîzyon û radyoyê weke parçeyek ji hewldana hikûmetê ya afirandina medya û civakeke ji yek dengî, pênase kir.
Yek ji saziyên weşanê, ku desthilatdariya AKP'ê biryara girtina wan daye, ÎMC TV ye. Rêveberiya vê qenalê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûneke tund nîşanî biryara girtinê da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmetê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî re biryara girtina qenala me ÎMC TV daye. Mîna qenalên din ên televîzyonê Hayatin Sesî TV, TV 10, Van TV, Jiyan TV, Azadî TV û Zarok TV wê weşana qenala me jî bisekinînin." Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo sedema girtina qenala wan jî 'gefa ewlekariya neteweyî' hatiye nîşandan û hat detnîşankirin, ku ÎMC TV di nava 5 sal û nîvên weşana xwe de bi ti awayî ji pîvanên rojnamevaniyê yên gerdûnî/bingehîn qut nebûye û nûçegihaniya objektîf kiriye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev pratîka me bi qasî ji bo AKP'ê derbas dibe, ji bo CHP, HDP û MHP'ê jî derbas dibe. Me refleksa xwe ya nûçeyan bi qasî li Cizîrê nîşan da, bi heman rengî ji bo Soma, erdheja Wanê, Derya Reş, nîqaşên meclîsê tev derxistin pêş.
Televîzyona me ÎMC TV 5 sal û nîv e bûye dengê hemû beşên civakê. Hemû bûyer û qewimînên tevahiya civakê eleqeder dike kiriye mijara weşanê. Heta roja dawî li ser esasê mafê heq û hiqûqê, li ser esasê mafê civakê weşan kiriye. Ev pêkanînên li dijî hiqûqê teqez nayên qebûlkirin.
ÎMC TV û televîzyonên din deng û rengên cuda ne. Bi girtina van tv û radyoyan re di nava hewldaneke dijdemokratîk û otorîter de ne. Dixwazin medya ji yek deng, yek reng û yek baweriyê ava bikin. Girtina qanala me ne tenê binpêkirina azadiya weşanê û çapemeniyê, di heman demê de binpêkirina mafê gel ê azadiya ragihandinê ye. Ev dewama darbeya 15'ê Tîrmehê ye. Hikûmet hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe dike hincet û darbeyek din pêk tîne. Em bi ti awayî vê pêkanînê qebûl nakin û dixwazin bi lezgîn vê biryarê betal bikin."