IKEA hewl dide li Filistînê magazayê veke

IKEA hewl dide li Filistînê magazayê veke

Rojnameya Haaretz a li Îsraîlê weşanê dike da xuyakirin ku Şîrketa IKEA hewl dide li bajarê Ramallah ê Rojavayê Şerîa magazayekê veke û bi vê armancê di navbera rayedarên şîrketê û rayedarên Filistînî de hevdîtin hatine kirin. 

Ji çavkaniyeke ku der barê hevdîtinan de xwedî agahiye ji rojnameyê re destnîşan kiriye ku, civaka Ereb ji malbatên mezin ber bi malbatên kakil ve pêvajoya parçebûnê dijîn, gelek kesan malên xwe bar kirine daîreyên nû û ji ber vê sedemê jî IKEA bi civaka Filistînê re eleqedar dibe. Tîne ziman ku gelek kesên xwedî sermaye ji bo li Filistînê magazayeke “Zer-Kesk” bê vekirin amade ne pereyan xerc bikin.

Tê ragihandin ku Wezîrê Aboriyê  Jawed al-Najî jî germ nêzî vekirina magazayekê li Ramallah dibe. Tê gotin ku di wan salên dawî de li Ramallahê gelek avahî hatine çêkirin û ji bo bajarekî 10 hezar mal ku jêre dibêjin,  Rawabî xebat hatine zêdekirin.

DEMA DEMBORIYA KAMPRAD  A NAZIYAN DERKET HOLÊ LI  ÎSRAÎLÊ  MAGAZA VEKIR

Li bajarên Netanya û Rîshon ên Îsraîlê du magazayên IKEA hene. IKEA berê ji ber nerazîbûn û bertekên raya giştî ya pêşverû û dewletên Ereb ên Îsraîl protesto dikirin ditirsiya li Îsraîlê magaza venekiribû. Piştî derket holê ku damezrînerê IKEA  Ingvar Kamprad, Naziyekî berê ye Lobiya Yahûdiyan a DYE, IKEA boykotkirinê tehdît kiribû.

Sîmon Wîesenthal Center jî  bi egera IKEA bi welatên Ereban re tifaqa boykotê dike û ji pêşxistina têkiliyên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re direve sûcdar kir. Piştî vê daxuyaniyê Şefê IKEA Andres Moberg, destnîşan kir ku bi dewletên Ereban re tifaqa boykotkirinê nekirine û ji bo li Îsraîlê magazayekê vekin xebatên wan hene. Kamprad ji ber demboriya xwe bi Naziyan re ji Yahûdiyan lêborîn xwest û di sala 2010 dehan de li Îsraîlê magaza vekir.