ÎHD: Wezîrên bûne sedema komkujiyê bila îstîfa bikin

ÎHD’ê têkildarî komkujiya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê rapora çavdêriya destpêkê aşkera kir.

ÎHD’ê têkildarî komkujiya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê rapora çavdêriya destpêkê aşkera kir. Di raporê de hat xwestin ku Wezîrê Karên Hundir Selamî Altiok, Waliyê Enqere, Midûrê Emniyetê û berpirsyarên din ên bûne sedema komkujiyê îstîfa bikin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê rapora çavdêriya destpêkê aşkera kir.

Di raporê de hat gotin ku azadiya mafê jiyanê û kombûnê bi awayekî zêde hatiye binpêkirin. ÎHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku tedbîrên îstixbaratî yên pêwîst e dewletê girtibana nehatine girtin.

Hat diyarkirin ku helwesta dewletê ya li hember mafê jiyanê nayê qebûlkirin.

ÎHD’ê got: "Li hemberî hevalên me yên li ber Gara Enqereyê êrîşa 2 bombeyên zindî sûcê li hember mirovatiyê ye. Em kesên ev komkujî pêk anîne, dane kirin û ji ber wezîfeya xwe pêk anîne bûne sedema komkujiyê lanet û şermezar dikin. Di serî de Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Enqereyê, Midûrê Emniyetê û berpirsyarên din ên ji ber wezîfeya xwe neanîne cih vedixwînin îstîfayê. Em dixwazin der barê van kesan de lêpirsîn bê vekirin."

ÎHD’ê xwest ji bo komkujî bi her alî were ronîkirin li Meclîsê Komîsyona Lêpirsînê bê avakirin.