ÎHD: Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyê dixwazin
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê bi wesîleya 1'ê Îlonê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlan ji aliyê dewletê ve, da.
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê bi wesîleya 1'ê Îlonê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlan ji aliyê dewletê ve, da.
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Amedê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku şer "rewşeke kaotîk e ku ronahî û hêviyan di nava tarîtiyê de difetisîne" û bal hat kişandin ser vê xalê: "Ji ber vê yekê yên difikirin bi şer û pevçûnan dikarin pirsgirêkên civakî çareser bikin, mixabin di rêyeke şaş de ne. Ji ber ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê aştiyê dixwazin, vîna jiyana bi hev re nîşan didin û xwedî vê hêviyê ne."
'EM BI FIKAR IN'
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku di nava du mehênd awî de bi dehan mirovan di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û hat gotin: "Weke parêzvanên mafên mirovan ên ji nêz ve bandorên pêvajoya şer dijîn, em di nava fikaran de ne. Êşa ku mirinên ji ber şer rû dane, di dilê xwe de hîs dikin. Gerîla, sivîl, leşker û polîs zarokên vî gelî ne, mafên wan ên jiyanê hene. Em ji aliyên şer re bi dengekî bilind dibêjin; em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin.
Em dixwazin bêjin ku mirina sivîlan di vê rewşa şer û pevçûnan de, bi fikar dişopînin. Ji ber ku welatiyên sivîl ne aliyekî vî şerî ne. Welatiyên sivîl ên li Farqîn, Silopiya, Cizîr, Gever, Gimgimê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi awayekî bê daraz hatin înfazkirin, ti gunehê xwe nebûn. Êrîşên li hemberî wan binpêkirina mafê jiyanê ye û em dixwazin bi awayekî vekirî bêjin ku ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye!"
'DIVÊ ÎNFAZA SIVÎLAN BÊ LÊKOLÎNKIRIN'
ÎHD'ê ji malbatên sivîlên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û got, "Divê înfazên bê daraz ên sivîlên li Farqîn, Cizîr, Gever, Gimgim û Amedê bi hesasî werin lêkolînkirin û pêvajoya dadgeriyê ya pêwîst tavilê were destpêkirin."