ÎHD: Em êrîşa li dijî siyasetmedarên Kurd şermezar dikin

ÎHD: Em êrîşa li dijî siyasetmedarên Kurd şermezar dikin

Navenda Giştî ya ÎHD'ê qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Fransayê şermezar kir û diyar kir ku, divê Fransa helwesta xwe ya li hemberî kurdan li ber çavan re derbaz bike.

Navenda Giştî ya ÎHD'ê têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li paytextê Parîsê ya Fransayê pêk hat daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê sûîkast hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Rayedarên dewletê ji bo pirsgsirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin dan destpêkirin. Hevdîtin di rojava Tirkiyeyê de rojeva herî serekeye û bûyera wisa provokatîf ji bo pêvajoyê sabote bike pêk hat. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkekî tevlî hev û asta wê ya navneteweyî heye ye. Ji ber vê yekê di pêvajoya çareseriyê de di serî de siyasetmedarên Kurd û pêşengên civakê li hemberî êrîşên provokatîf bên parastin. Em dixwazin rêveberên welatên ev kes lê dijîn ji bo tedbîrên ewlehî bên girtin bên hişyarkirin û ligel vê yekê hemû kes tedbîrên xwe bigirin û hêj baldar bin."

'DIVÊ FRANSA HELWESTA XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN LI BER ÇAVAN DERBAZ BIKE'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, divê Fransa bi hêz lêpirsînekê bike û berpirsiyaran derbixe holê û suîkasta li paytexta Fransayê pêk hat di heman demê li hemberî Fransayê divê bê qebûlkirin û wiha hate gotin: "Bi vê bûyerê divê Fransa li hemberî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê helwesta xwe li ber çava derbaz bike. Dîsa Yekîtiya Ewropa ya ku di sala 2012'an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt hînî Fransa divê bi berpirsyar tevbigere. Divê rayedarên Yekîtiya Ewropayê ji bo bûyerên wisa pêk neyên tedbîran bigirin. Divê di muzakereyên ji bo aştiyê li Tirkiyeyê hatin destpêkirin înîsiyatîfê bigire. Divê pêvajoya diyalog û muzakereyê ya li Tirkiyeyê bi bûyerên wisa xemgîn neyê sabotekirin. Divê teqez pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin."