ÎHD’ê ji bo Nîhat Konak azadî xwest

ÎHD’ê ji bo Nîhat Konak azadî xwest

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo Nîhat Konak ê tevî înfaza wî qediyaye jî bi hinceta cezayê disîplînê nayê tehliyekirin li Qada Galatasaray çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de kurê Nîhat Konak, Varan Konak ê axivî got ku ne girtiyên siyasî dewlet deyndarê girtiyên siyasî ye.

Nerazîbûna li hemberî netehliyekirina Nîhat Konak ê di sala 1998’an de di doza TKPML/TÎKKO de hat girtin û tevî ku di Kanûna 2013’an de înfaza wî qediya jî ji ber sedema sê cezayên disîplînê nayê berdan her ku diçe zêde dibe. Komîsyona Girtîgehan a Stenbolê ya ÎHD’ê ev kiryarên kefî yên Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag ku bi kiryarên xwe yên îşkenceya li dijî girtiyan tê zanîn li Qada Galatasaray bi çalakiyeke rûniştinê şermezar kir. Kurê Nîhat Konak, Varan Konak jî di çalakiyê de amade bû. Di çalakiyê de ku dirûşmayên “Mirov bi mafên xwe mirov in”, “Ji bo Nîhat Konak azadî” hatin gotin û li ser navê parêzvanên Mafê Mirovan Aylîn Hacanoglu axivî.

NÎHAT KONAK HETA SALA 2017’AN GIRTIYE!

Hacanoglu diyar kir Nihat Konak ê ji ber sê cezayên disîplînê girtiye ku heya Sibata 2017’an di girtîgehê de bimîne, mînakeke bêhiqûqiyeke berçav e. Konak got ku Konak ê diviyabû di 26’ê Kanûna 2013’an de cezayê wî bi dawî bû, diviyabû bihata tehliyekirin lê Konak niha wê heya Sibata 2017’an neyê berdan. Hacanoglu xwest kêliyek beriya kêliyekê Nîhat Konak azad bibe û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Piştî daxuyaniyê kurê Nîhat Konak, Varan Konak mafê axaftinê girt û bi ragihandina silavên bavê xwe ku îro çûbûn ziyareta wî, dest bi axaftina xwe kir. Konak diyar kir ev kiryarên kêfî yên rêveberiya girtîgehan hewldaneke şikandina îradeya gel ê ji derve ye û got ku berxwedan bi qîrîna edaletê ya Dayikên Şemiyê û roja birçîbûnê ya girtiyên siyasî her diçe tacîdar dibe. Her wiha Konak diyar kir ku bavê wî 23 sal in di girtîgehê de ye û got ku ji bo hemû girtiyên siyasî wê bi hemû hêza xwe têbikoşin.