ÎHD'ê êrişa li hemberî jinan şermezar kir

ÎHD'ê êrişa li hemberî jinan şermezar kir

Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, êrîşa li hemberî jinên ku duh tevlî mitînga Kadikoyê bûn pêk hat, şermezar kir.

Komîsyona Jinê a ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî êrîşa duh li dijî jinên ku beştarî mîtînga Kadikoyê bûn pêk hat  bi daxuyaniyek nivîskî da. Duh piştî mîtînga jinan a Kadikoyê dema jin ji mîtîngê belav dibûn alîgirên Bursasporê êrîşî jinan kiribû. Jinan di daxuyaniyê de helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî jinê şermezar kir û xwest êdî ev êrîş bi dawî bibin.