ÎHD: Bila girtiyên nexweş tavilê bên berdan

ÎHD: Bila girtiyên nexweş tavilê bên berdan

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Îzmîrê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamên ÎHD'ê li ber Sumerbank a kevin hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş ne bi tenê ne" vekirin. Li ser navê endamên ÎHD'ê rêvebera Komeleyê Asya Kaya daxuyanî da û got, "17 girtiyên nexweş ên aîne Girtîgeha Metrîsê hînê ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve nehatine berdan. Ji bo em Tipa Edlî şermezar bikin, îro em li vir in."

Kaya bal kişand ser guhertina di maddeya 16. a qanûna bi hejmara 5275'an a ku "di rewşeke seqetî an jî nexweşiyeke giran de mercên girtinê yan jî bicihanîna ceza, dikare bê taloqkirin" û destnîşan kir ku Wezareta Edaletê ev yek bi erêkirina Saziya Tipa Edlî ve girêdaye. Rêvebera ÎHD'ê da xuyakirin ku ev guhertin rê li ber gumana vedike û Saziya Tipa Edlî jî bêalîbûna xwe wenda kiriye. Kaya got, "Bi vê rewşa maddeyê re ti kes nikare were berdan. Têkoşîna me ya li dijî Tipa Edlî wê dewam bike."

Piştî daxuyaniyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.