ÎHD’a Enqereyê komkujiya li Rojava hat şermezarkirin
ÎHD’a Enqereyê komkujiya li Rojava hat şermezarkirin
ÎHD’a Enqereyê komkujiya li Rojava hat şermezarkirin
ÎHD’a Enqereyê komkujiya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: “komeleyên wekê ÎHH û Ozgur Der, dema li Iraq û Mavî Marmarayê bi sedan musliman hatin qetilkirin li ku derê bûn.
ÎHD’a Enqereyê ji bo komkujiya Rojava a çeteyên El Nûsra pêk anî şermezar bikin, li Cadeya Yukselê daxuyaniyek da. Hevserokê BDP’a Enqereyê Ahmet Aday û nûnerên BDP’ê piştgirî dan. Pankarta ‘Gelê rojava ne tenê ye’ hat vekirin.
Nûnerê ÎHD’ê Îsmet Aras, der barê komkujiya ku çeteyan pêk anî de got: “Çeteyên ev komkujî pêk anîn li kampên Tirkiyeyê tên perwerdekirin û fînansekirin. Gelek cemaat, tarîkat û komele piştgiriyê didin çeteyan û berdidin ser kurdan. Mixabin gelek ji van ji kurdan pêk tên.
Aras pirsa ‘Îro ÎHH û Ozgur Der yên avabûnên îslamîne, dema li Iraq û Mavî Marmarayê komkujî pêk hat li ku derê bûn’ ki komeleyan kir û got dema mijara gotinê kurdin li pişt îslamiyên nerm dikevin rêzê.
Piştî hate gotin ku dê ji bo piştevaniya Rojava li Cadeya Yukselê kon bê vedan, daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.