IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh
IFJ’ê diyar kir ku di cihanê de welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye û bi taybet bal kişandin li ser gefên darazê yên li ser rojamagerên Kurd.
IFJ’ê diyar kir ku di cihanê de welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye û bi taybet bal kişandin li ser gefên darazê yên li ser rojamagerên Kurd.
Federasyona Rojnamegeran a Navnetewî (IFJ) ku navenda wê li Brukselê ye û ji 150 welatan 600 hezar endamên wê hene, bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cihanê rapora binpêkirinên mafan a hemû rojnamegerên cîhanê pê re rû bi rû dimînin par ve kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku di 2020’an de 42 û ji salên 1990’î ve jî 2 hezar 658 rojnameger li ser karê xwe hatine qetilkirin.
Di navbera salên 1990 û 2020’an de welatên ku rojnameger herî zêde lê hatine qetilkirin bi rêzê ve wiha ne: “Li Iraqê 175, li Meksîkayê 175, li Fîlîpînê 159, li Pakîstanê 138, li Hindîstanê 116, li Rûsyayê 110, li Cezayîrê 106, li Sûriyeyê 96, li Afganîstanê 93.”
Hejmara 42 xebatkarên medyayê yên sala 2020’an hatine kuştin li gorî welatan wiha ne: “Meksîka 13, Pakîstan 5, Afganistan 3, Hindistan 3, Nîjerya 3 û Iraq 3.”
HERÎ ZÊDE ROJNAMEGER LI TIRKIYEYÊ GIRTÎ NE
Di raporê de hate diyarkirin ku li tevahiya cîhanê 235 rojnameger girtî ne. Li gorî raporê welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Di raporê de Tirkiye ji rojnamegeran re weke girtîgeh hatiye pênasekirin. Welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne bi rêzê ve wiha ne: “Tirkiye 67, Misir 21, Çîn 20, Erître 16, Erebîstana Siûdî 14 ve Belarûs 13.”
Di dawiya raporê de qala şert û mercên xebatên rojnamegerên Kurd jî kirin û hate destnîşankirin ku rojnamegerên Kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi ‘endamtiya rêxistina terorê’ tên sûcdar kirin.