Îfadeyên bersûcên qetla Korkmaz derketin holê
Îfadeyên bersûcên qetla Korkmaz derketin holê
Îfadeyên bersûcên qetla Korkmaz derketin holê
Îfadeyên kesên ku xwendekarê zanîngehê Elî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîre bi darên beyzbolê û copan kuştî derketin holê. Nanpêjê ku beriya vê digot wî ava fêkî û sîmît daye Korkmaz û polîsek ê TEM’ê di nava bersûcan de ne.
Îfadeyên 4 kesên ku duh têkildarî bûyera kuştina Elî Îsmaîl Korkmaz hatin girtin û îfade dan dozgeriyê, îfadeyên wan ketin çapemeniyê. Ji bersûcan polîsê TEM’ê Mewlûd Sagalman qebûl kir ku li cihê bûyerê bû û got, “tenê pehînek” lêdaye. Nanpêj Îsmaîl Koyûncû ku beriya vê di îfadeyên xwe de got, “Min tiştek nekir. Min sîmît û ava fêkî dayê” hate hînbûn ku ew jî di nava bersûcan de ye.
‘DIJUN GOTIN MIN JÎ PEHÎNEK LÊ DA’
Ji polîsên TEM’ê Mewlûd Sagalman piştî ku di îfadeyên xwe de qebûl kir ku li cihê bûyerê bû, her wiha piştî dîmen nîşanda îtîrafkir ku ew jî di nava kesên li Korkmaz dayî de bû. Sagalman di îfadeya xwe de îdiakir ku, Korkmaz ji wî re dijun gotin, ji ber wê “tenê pehînek lêdaye” û îdiakir ku, ji ber ew demek dirêj bû di peywirê de westiyayî bû.
Xwediyê firinê Îsmail Koyûncu ku destpêkê hate gotin kamerayê “qeyd nekiriye” û piştre derket ku hatiye jêbirin û ew qeyd ji aliyê krîmînal cendirmeyan ve hate zivirandin, vegot ku polîsên cilên fermî û sivîl fermandaye wî ku “çalakvanên direvin rawestîne”. Koyûncû parast ku wî kesên direvin rawestandiye lê, lê nexistiye.
Îsmaîl Koyûncûyê duh hate girtin, di dosya qetilkirina Korkmaz de cihek girîng digire. Piştî bûyerê polîs çûbûn firinê û ji Îsmaîl Koyûncû qeydên firinê xwestibûn. Lê belê Koyûncû gotibû, wî qeyd negirtine. Di 13’ê Hezîranê de Îsmaîl Koyûncû weke “gûmanbar” li dozgeriyê îfade da. Îsmaîl Koyûncû têkildarî bûyera şevê “Hinek ciwanên tevlî meşê bûn, xwe avêtin firina min de. Min sîmît û ava fêkî dayê.”
Îsmaîl Koyûncû îdiakir ku, li ber firinê dar tunebûn û şahidek yê bûyerê jî gotibû li ber firinê dar hebûn û diyarkiribû ku, yên hatin dar birin jî xwediyê firinê mudaxele nekir.
Şahidê bûyerê kesên ketine nava bûyerê heya eşkalên wan jî vegot û destnîşan kir ku, di îfadeya bûyera pehînê de jî kesê di destê wî de darê beyzbolê heyî çû rex Îsmaîl û 4-5 pehîn li serê Îsmaîl da û gotibû; “Weke din jî çend caran pehîn li pişta Îsmail da.”