IEP: Tirkiye yek ji wan welatan e ku ewlehî lê kêm e

Li gorî rapora Endeksa Baştiya Global a 2017'an, ku ji aliyê enstîtuya lêkolînê ya bi navê Economîcs and Peace (IEP) ve hate weşandin, Tirkiye tevî Kolombiyayê di rêzên dawî de ye.

Tevî ku di raporê de 136 welat hatin nirxandin jî, ji ber ku pûanên hin ewlatan weke hev in, ev hejmara digihêje 163'an.

Di lêkolînê de welatên ku krîz û şer lê hene jî hatin nirxandin û Sûriye ya ku şerê navxweyî lê diqewime, ji aliyê ewlehiyê ve weke welatê herî xerab ê cîhanê hate destnîşankirin. Piştî Sûriyeyê Afganîstan, Iraq, Sûdan a Başûr, Yemen, Somalî, Lîbya û Sûdan tên.

Bi van welatan re ku Koreya Bakur di rêza 150. de ye, 14 welat di kategoriya welatên sor de ne, ku 'ewlekarî lê gelekî kêm e'. Rûsya di rêza 151. de ye.

Welatên herî ewle yên cîhanê jî, welatên pêşketî hatin nîşandan ku piraniya wan li Ewropayê ne. Îzlanda di vî warî de di rêza yekemîn de ye. Zelanda Nû, Portekîz, Awûstûrya, Danîmarka, Komara Çek û Slovenya di nava koma kesk de ne, ku weke welatên herî ewle hatin nîşandan.

Yek ji welatên sereke yên Ewropayê Elmanya jî di rêza welatên 'ewle' de cihê xwe di rêza 16'an de girt. Îtalyayê cihê xwe di rêza 38'an de girt. Fransa jî ku çeteyên DAIŞ'ê gelek caran komkujî lê kir, tevî ku di kategoriya kesk de cih digire jî, li gorî sala 2016'an bi 5 pûanan kêm kir û daket rêza 51'ê.

Di raporê de welatekî din ku balê dikişîne, Tirkiye ye. Di nirxandina ewlekariyê de Tirkiye li paş gelek welatên sêyemîn ên cîhanê ma û di kategoriya 'welatên kêm ewle ne' cih girt.

Tirkiyeyê bi Kolombiyayê re heman pûan stand û cihê xwe di rêza 146. de girt. Tirkiye li gorî sala 2016'an pûanek kêm kir.

Bi giştî, Tirkiye di nava 136 welatan de cihê xwe di reza 120'an de girt.