Îdris Baluken rakirin nexweşxaneyê

Wekîlên AKP'ê êrîşê HDP'iyan kirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken ê ku ji hêla AKP'iyan ve hedef hat girtin, rakirin nexweşxaneyê.

Hevdîtinên ku ji bo rakirina destnedanên parlamenterên HDP'ê li Komîsyona Destûra Bingehîn ya Meclisê tên dîtin de, wekîlên AKP'ê êrîşê HDP'iyan kirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken ê ku ji hêla AKP'iyan ve hedef hat girtin, rakirin nexweşxaneyê.

Pêşnûmeya Destûra Bingehîn a ku tê xwestin destnedana li ser parlementerên HDP'ê bê rakirin û HDP'ê ji meclisê bavêjin, piştî cara duyemîn hatin dîtin de, şer derket. Piştî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag îdia kir ku berpirsê buyerên berî du rojan qewimîn HDP ye, nîqaş deketin. HDP'iyên ku nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, diyar kirin ku buyer ji hêla wekîlên AKP'ê ve pêk hatine. Di vê navberê de Parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Mehmet Metîner êrîşê Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan kir. Li ser vê êrîşê şerê di salonêde meşin bû.

Piştî pevçûna mezin bû, AKP'iyan êrîşê wekîlên HDP'ê kirin û di wê navberê de Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken ket erdê. Piştre wekîlên AKP'ê demek dirêj Baluken li erdê dan ber pehnan. Hat diyar kirin Baluken piştî êrîşê rakirine nexweşxaneyê û li nexeşxaneyê tetawiya Baluken berdewam dike. Hat aşkera kirin ku milê Baluken ji cihê xwe derketiye.