Îdiaya li Çewlikê mutehîtek û 2 karker hatin desteserkirin

Îdiaya li Çewlikê mutehîtek û 2 karker hatin desteserkirin

Hat îdiakirin ku mutehîtek û 2 karkerên ku di şantiyeya avahiya rêya trenê ya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê de kar dikin ji aliyê kesên biçek hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku, li herêma Suveren a Dara Hênê ya Çewlikê duh ber danê evarê maşîneya taybet a mutehîtek û 2 karkerên di şantiyeya rêya trenê de kar dikin ku têde bûn ji aliyê kesên çekdar ve hatin rawestandin. Kesên çekdar ku destpêkê 3 kesên di maşîneyê de anîn xwarê maşîne şewitandin û paşê ew bi xwe re birine qada daristanî.

Hat destnîşankirin ku, piştî bihîstina bûyerê operasyoneke bi piştgiriya hewayî li herêmê hatiye destpêkirin.