Îdîaya leşkerekî “întîhar” kir
Îdîaya leşkerekî “întîhar” kir
Îdîaya leşkerekî “întîhar” kir
Li Fermandariya Perwerdehiyê ya Cendirmeyan a Hacilarkiri ya Bornovaya Îzmirê hat îdîakirin ku, leşkerê bi navê Sergen Altintaş întîhar kiriye.
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat îdîakirin ku, leşkerê bi navê Sergen Altintaş yê li Fermandariya Perwerdehiyê ya Cendirmeyan a Hacilarkiriyê leşkerî dikir, bi çeka xwe ya G-3 întîhar kiriye. Hate îdîakirin ku, Altinbaşê 40 rojin leşkere û 21 salî ye bi çeka G-3'ê gule berdaye serê xwe û dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Altintaş, ji bo rapora otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Piştî otopsiyê dê cenazeyê Altintaş li Îzmîtê defin bikin.