Îdîaya di wesayîta li Çewlikê hat gulereşandin de 2 kes bi saxî hatine girtin

Îdîaya di wesayîta li Çewlikê hat gulereşandin de 2 kes bi saxî hatine girtin

Walîtiya Çewlikê da xuyakirin ku li navçeya Hênê di wesayîta bi îdîaya li hişyariya 'Bisekine' guhdarî nekiriye hatiye reşandin de, 4 kes mirine, 2 kes jî bi saxî hatine zevtkirin.

Walîtiya Çewlikê der barê gulereşandina li wesayîta li Çewlikê de, ku îdîa dike bi êrîşa li hemberî amîrên polîsan re eleqeya xwe heye de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku di wesayîtê de 4 kes mirine, 2 kes jî bi saxî hatine girtin.