Hunermendên navdar wê li Parqa Gezî konserê bidin

Hunermendên navdar wê li Parqa Gezî konserê bidin

Li gel Sezen Aksû, Grûp Yorûm û Sertab Erener, wê gelek hunermendên navdar îro konsereke bi piştgiriya Parqa Gezî bidin.

Di roja 10. a berxwedana Parqa Gezî de, hunermendên navdar wê bi konserekê piştigiriyê bidin çalakgeran.

Bi armanca piştgirîdayîna Parqa Gezî, gelek hunermend û kom wê îro saet di 19.00'an de li ber Lîseya Galatasarayê li hev kom bibin, ji wir ber bi meydanê ve bimeşin û saet di 20.00'an de jî konserekê bidin berxwedêrên Parqa Gezî.

Konserên hunermendên navdar, wê di rojên pêş de jî dewam bikin.

Di nava hunermend û komên beşdarî konserê bibin de Sezen Aksû, Zulfu Lîvanelî, Grûp Yorûm, Yavûz Bîngol, Mor ve Otesi, Dûman, Erkan Ogûr, can Bonomo, Demîr Demîrkan û Sertab Erener jî hene.