Hunermendên li Rûsyayê tecrîd şermezar kirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Moskowayê ji aliyê hunermendên Kurd ve hate şermezarkirin.

Hunermendên Kurd li paytexta Rûsya Moskowayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî li ber Navenda Çanda Kurd hate dayin û li ser navê hunermendan Ferman Patiyev axivî.

Patiyev fikarên xwe yên li ser tendurisetiya Ocalan anî ziman û got, "Di serî de hunermend, gelê Kurd jiyaneke bê rêbertî qebûl nake. Her roja bêyî wî, ji bo me rojeke bêhikum e. Çawa ku bi Rêberê xwe em ji nû ve derketin ser dika dîrokê, em ê bi îradeya wî ya xurt azad bibin. Eger ji hikumeta AKP'ê û alîgirên wê heye ku dikarin vîna gelê Kurd bişikînin û têk bibin, xwe dixapînin. Kurd êdî bi rengê azadiyê zanin û ji ber vê yekê jî wê têkoşîna xwe her mezin bike. Em jî bi navê hunermendan, tecrîda li ser Rêberê xwe bi hêrseke mezin şermezar dikin û soz didin ku ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bi gelê xwe re mezin bikin."