Hunermendên Kurd: Ocalan xeta me ya sor e
Hunermendên Kurd bal kişandin ser zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Ocalan xeta me ya sor e. Kurd hemû divê dakevin qadan û xwedî lê derkevin."
Hunermendên Kurd bal kişandin ser zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Ocalan xeta me ya sor e. Kurd hemû divê dakevin qadan û xwedî lê derkevin."
Hunermendên Kurd jî tevlî çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin. Hevseroka TEV-ÇAND'ê Şeyda Rojhilat, hunermend Seyîdxan, Hozan Şemdîn, Diyar Dersim û Peywan Arjîn ji ANF'ê re axivîn û bang li Kurdan kirin, ku tevlî çalakiyan bibin.
ŞEYDA ROJHILAT: EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME AZAD BIBE
Hevseroka TEV-ÇAND'ê Şeyda Rojhilat bal kişand ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin, êrîşa li dijî Kurdan şermezar kir û got, "Bi berxwedanê DAIŞ ji Kurdistanê hate derxistin. Bajarên me îro bi destê Kurdan radestî Heşdî Şabî tên kirin. Ev xiyanet e. Em vê qebûl nakin."
Şeyda Rojhilat di dewama axaftina xwe de ragihand, ku ew rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dikin û got, "Em dixwazin agahiyê li ser rewşa serokê xwe bigirin. Bila cîhan tev bi vê zanibe: em dixwazin Serok Apo û hemû girtiyên siyasî azad bibin."
SEYÎDXAN: OCALAN CIH DI DILÊ GELÊ KURD DE GIRTIYE
Hunermend Seyîdxan jî da zanîn, ku Kurd di serdemeke dîrokî de ne û anî ziman, ku di navenda vê serdemê de Ocalan heye. Seyîdxan ev nirxandin kir: "Ev 6-7 sal in agahî ji Ocalan nayê girtin. Parêzer, malbat nikarin wî bibînin. Gel dixwaze derhal li ser tenduristî û rewşa wî agahiyê bigire. Sebra Kurdan fûriya ye. Ji ber ku Ocalan bi nêrîn, felsefe û têkoşîna xwe cih di dilê gelê Kurd de girtiye. Lewma ji bo agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, çalakiyan li dar dixin. Îro li Kolnê li kolanna e. Ne tenê li vê derê, di serî de li Ewropayê li gelek navendên cîhanê çalakiyan li dar dixin."
DIYAR DERSIM: OCALAN XETA ME YA SOR E
Hunermend Diyar Dersim jî diyar kir, ku li Rojhilata Navîn stratejiyek ji sed salî tê xêzkirin û got, "Destketiyên vê sedsala nû wê yên Kurdan bin. Li hemberî van destketiyan, dijminên me û hêzên emperyalîst, tecîdê li ser Rêberê me ku xeta me ya sor e ferz dikin. Hewl didin pêşî li destketiyên me bigirin. Gelê Kurd Rêber Apo weke rehê xwe yê bingehîn dibîne, zext, heqaret û tecrîda lê tê kirin, li dijî xwe dibîne û li ber xwe dide. Serketiyên vê sedsalê wê em bin. Em ê Serok Apo azad bikin. Ti hêz nikare li ber vê bisekine."
HOZAN ŞEMDÎN: EM LI QADÊN SERHILDANÊ BIN
Hozan Şemdîn jî bi bîr xist, ku nûçeyên di meydayê de derketin, Kurd hemû xistine nava fikaran û got, "Li Ewropa û gelek welatên cîhanê gelê me ji bo Rêbertî li qadên çalakiyê ye. Em jî li Kolnê çalakiyê li dar dixin. Hêvîdar im ev nûçe wê ne rast bin. Heta ku agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê çalakiya li dar bixin û li qada serhildanê bin." Hozan Şemdîn di dawiya axaftina xwe de rizgarkirina Reqayê jî pîroz kir.
PEYWAN ARJÎN: GELÊ KURD WÊ ŞEV Û ROJ LI KOLANAN BE
Peywan Arjîn jî zext û zordariya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin şermezar kir û got, "Dewleta Tirk li zindana Îmraliyê dor li Rêberê me girtiye û nahêle agahî jê bê girtin. Mafê bingehîn ê gelê Kurd e ku agahiyê ji Rêberê xwe bigire. heta ku agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê şev û roj li kolanan bin. Ez bang li Kurdên li Ewropayê bi taybetî yên li Elmanyayê dikim, ku tevlî çalakiyan bibin. Vê Şemiyê wê li bajarê Dusseldorfê meşeke mezin bê lidarxistin. Em bi hev re tevlî vê çalakiyê bibin û daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin."