Hunermendên jin kuştina Yusra Sûkaya şermaze kirin

Hunermendên jin kuştina Yusra Sûkaya şermaze kirin

Yekîtiya Hunermendên Jinên Mezopotamya, kuştina Yusra Sûkaya ku ku ji aliyê hevjine wê yê kurapê wê Mehmet Sûkaya ve bi awayekî plankirî hat kuştin, şermezar kir. Hunermandan xwest ku kujerê vê bûyerê were darizandin û diyar kirin ku Yusra Sûkaya ne jina yekemîne ku ji aliyê hevjine ango xizmên wan ve hatiye kuştin.

Yekîtiya Hunermendên Jinên Mezopotamya derbarê mijarê de daxuyaniyek dan û dest nîşan kirin ku heta ku ev zîhniyeta desthilat li ser ruyê cîhanê hebe, wê hîn gelek Yusra werin fetisandin ango kuştin. Hunermendên jin vê bangê kirin:

"Beriya vê li Semsûrê keçeke ciwan ji aliyê bapîrê wê ve bi saxî xistibûn bin erdê û fetisandibûn. Mirovahiya li hemberî vê zilm û hovitiyê tiştekî encamgir nîşa neda, bêguman wê li hember kuştina Yusra û gelek jinên din ên wekî Yusra hatine kuştin an werin kuştin jî bertekiyeke encamgir nîşa nedin. Tenê ger jin bikaribin xwe zane û rêxistî bikin, bi sazî, rêxistin û hêza xwe li mafên jinan xwedî derkevin, wê karibin encaman bidest bixin; lê ger li hêviya rehma desthilatan bimînin, wê desthilat her pişta hev bigrin û di nava bêdengiyê de be jî wê kuştina jinan bidome…

Aliyê din ê bûyerê kevneşopiyên dîsa bi îslamiyetê re ketine nav civaka Kurd e. Di nava civaka Kurd a berya îslamiyetê de jin di qadeke bilind û rêzdar de ye. Dikare civatan li dar bixe, dikare mêvanan bihewîne, dikare xweşikbûna xwe diyar bike. Cil û bergên li xwe dikir jî ne li gorî nixumandinê, li gorî zêdetir xemilînê bûn. Mînak li cilûbergên herêma Botanê yên ji wê demê mane binêrin kirasê jinan sîngvekirî ye.

Di bûyera kuştina Yusra ya dayika sê zarokan de wekî libên tizbiyê rêzekujêrtiyeke ji gundê lê jidayik bûye, heta cih û warê lê hatiye fetisandin heye. Ji dayik û bavê wê yên bi temneki bicuk ew bi kurapê wê Mehmet re dane zewicandin bigir, sazûmana Tirkiyê ya tevî lêdan ûseqetkirina wê lêpirsînek nedaye destpêkirin û sazûmana dewleta Alman ya tevî îşkence û lêdan li ser axa welatê wê hatiye domandin, tedbîreke cidî û encamgir negirtiye heye.

Ev bûyer tenê bi şanîdana bertekiyan û nerazîbûnan nikare were derbaskirin, bi taybetî hikûmeta Alman, sazûman û demakrosiya wê û wîjdanê raya giştî ya Alman û hemû kesên li Almanya dijîn divê zor bidin dewlet û hikûmetê ku Mehmet Sûkaya ji Tirkiyê bînin cih û warê Yusra fetisandiye û li wê derê derxînin pêşberê dadgehê û cezayê heqê wî ye bê dayîn. Ev bûyer ger bigihêje encameke bi vî awahî wê kuştina Yusra karibe ji zordarî û desthilatdariyê re bibe mînakek, ger wiha neyê kirin wê hîn gelek Mehmet biwêrin gelek Yusrayan bikujin û xwe biavêjin paş bextê AKP, sazûmana Tirkiyê an hêz û sazûmanên wekî van paşverû û desthilat."