Hunermendê Rojhilatî Kelhor, nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da

Mûzîsyenê navdarê Kurd Kêyhan Kelhor bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li dijî Rojava da û konsera xwe ya ku wê li Stenbolê bida betal kir.

Her ku diçe li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek mezin dibin. Mûzîsyenê navdarê Kurd Kêyhan Kelhor duh bi daxuyaniyekê bertek nîşanî dagirkeriyê da û li ser vê esasê konsera xwe ya ku di rojên pêş me de bîriyar bû li stenbolê pêşkêş bike, betal kir.

Kelhor di konsera ku li Londonê pêşkêş kir de got: “Ez bi dengekî biêş diaxivim û ji siyasetmedaran re dibêjim ku dest ji sepandina şer li dijî Kurdan berdin. Zarokên gelê min li Bakurê Sûriyê van şevan di bin bombebaranê de dijîn. Di rewşekî wisa de nizanim ka çi bêjim. Cih ji gotinê re nehiştine. Min biriyar da ku konsera xwe ya li Stenbolê betal bikim.”