Hunermendê komunîst ê Swêdî Sven Wollter jiyana xwe ji dest da

Şanoger û sînemagerê komunîst ê Swêdî Sven Wollter ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest da.

Şanoger, derhêner û sînemagerê komunîst ê Swêdî Sven Wollter ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest da.

Wollter ê ku di sala 1938’an de ji dayik bûbû, di serê salên 1960’î de êdî têkoşîna gelên bindest û çîna karkeran kir navenda berhemên xwe. Wollter di lîstikên şanoyê de têkoşîna karkeran û îxaneta grevşikênan anî rojevê.

Wollter di jiyana xwe de piştgirî da têkoşîna şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê. Tevlî semîner, konferans û çalakiyan bû yên ku dewleta Tirk teşhîr dike.

Wollter piştgirî dabû derhênerên belgefîlma Bakur Çagan Demîrel û Ertûgrûl Mavî yên ku dewleta Tirk ceza li van derhêneran birîbû.

Ji ber ku dewleta Tirk ceza dabû Veysî Altay yê ku çêkerê belgefîlma Nû Jîn bû ya ku qala têkoşînên jinên Kurd ên li Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê dikir, Woltter bi peyamekê vê cezayê dewleta Tirk şermezar kiribû.