Hunermenda bi saxî ji Aûschwîtzê rizgar bû ji bo Efrînê bang kir

Ji bo xwepêşandana girseyî ya roja Şemiyê ya li Efrînê ku ji bo Efrînê wê were lidarxistin, hunermend Esther Bejarano banga tevlîbûnê kir. Bejarano yek ji wan kesan e ku ji kampa komkirinê ya Aûschwîtzê bi saxî filitî ye.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê, çend roj berê hunermend, zanyar, hiqûqnas, nûnerên partî û sendîkayên li Elmanyayê li hev civiyan û Tifaqa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê ava kirin. Di nava vê tifaqê de gelek mirovên navdar jî hene. Yek ji endamên tifaqê Esther Bejarano ye. Bejarano qurbaniyeke sax a rejîma Nazî ye. Hê dema ciwan bû, malbata wê ji aliyê Naziyan ve hate kuştin û ew jî şandin kampên komkirinê. Bi zorê li febrîqeyan hate xebitandin û li kampa komkirinê ya Aûschwîtzê ji bo zarokên keç orkestra ava kir û bi vî rengî hewl da bijî.

Niha 93 salî ye. Bejarano dibêje, "Heta ku Nazî li vê cîhanê hebin, ez ê her tim bistirêm" û dixwaze tavilê dawî li êrîş û dagirkeriya rejîma Erdogan a li Efrînê were anîn. Hunermend Bejarano ku Seroka Komîteya Aûschwîtzê ya Navneteweyî ye û bi nasnameya xwe ya antî-faşîst tê naskirin, ji bo meşa girseyî ya roja Şemiyê banga tevlîbûnê kir, ku meşa ji bo Efrînê wê li Berlînê pêk were.

Ji dîplomatên Elmanyayê yên li Neteweyên Yekbûyî Hans-Chrîstof von Sponeck jî destek da Tifaqa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê. Gelek şaxên sendîkaya mamosteyan GEW, nûnertiya Berlînê ya sendîkayeke sereke ya Elmanyayê IG Metall, saziyên hawirdorê, rêxistinên mafên mirovan, nûnerên partiyan, parlamenter, organîzasyonên ku mafên jinan diparêzin, sînemavan, rojnamevan û hiqûqnas destekê didin tifaqê.

Di bangawaziya tifaqê de hate gotin, "Artêşa Tirk tevî Îslamiyên ku navê Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi kar tînin, dest bi şerê dagirkirina herêmeke li nava Sûriyeyê kir. Ev pêla êrîşê ku ji bo dagirkirina Efrînê û xalîkirina etnîkî dest pê kiriye, bi rengekî vekirî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û divê bi vî awayî bê mehkûmkirin. Tevî vê yekê, hevparê NATO'yê Tirkiye û hevalbendên wê yên Îslamî bi çek û tankên Leopard 2 ên Elman vî sûcê xwe dikin.

Bi van çekên Elman ne tenê gelê sivîl tên kuştin. Her wiha şervanên Kurd ên ku DAÎŞ têk birin, paytexta wan Reqa rizgar kirin û Elmanya ji vê paşverûtiyê rizgar kirin û Elmanya ewle kirin, tên kuştin."

Bi navê Însiyatîfa ji bo Aştî û Demokrasiyê ya li Efrînê banga piştevaniyê li her kesî hate kirin û ev daxwaza ji hikumeta federal a Elmanyayê hate kirin:

1- Ji bo dawî li êrîşa artêşa Tirk a li ser Efrînê bê anîn ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye, divê li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û NATO'yê tedbîrên lezgîn bên girtin.

2- Pêwîste Elmanya bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê û rejîmên din ên otokrat.

3- Ji bo hevdîtinên aştiyê yên Kurd-Tirkan ku sala 2015'an navber hate dayin ji nû ve dest pê bikin, hewldanên dîplomatîk û siyasî bên kirin.

4- Divê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê were naskirin û piştgirî ji rêveberiya xweseriya demokratîk re were dayin.

5- Ji kantona Efrînê re bi taybetî ji birîndaran û penaberan re alîkariya însanî bê şandin."