Hunermend ji bo Ocalan meşiyan
Hunermend ji bo Ocalan meşiyan
Hunermend ji bo Ocalan meşiyan
Hunermendên NÇM'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erbaneyan meşiyan.
Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erbaneyan meşiyan. Hunermend li Taxa Demîrtaşê ya Navçeya Toroslara Mêrsînê û Taxa Şahintepesî ya Yenîşehîrê li hev kom bûn û meş pêk anîn.
Hunermendan di meşê de bê navber dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" gotin. Hunermendan di meşê de ji bo azadiya Ocalan îmze kom kirin û lîlandin. Eleqeya welatiyan a ji bo îmzeyan gelek zêde bû. Komkirina îmzeyan heta saetên êvarî berdewam kir.