‘Hûn çawa çalakiya 7 hezar kesî nabînin?’

Latîfe Aydin, ku kurê wê Abdulah Aydin  ev 28 sal in û 2 neviyên wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne , got kurê wê  Abdullah gotiye, ‘’7000 kes di greva birçîbûnê de ne. Çawa dibe ku mirov hê jî nabînin?’’

Dayik Latîfe Aydin ku kurê wê Abdullah Aydin (50) ku ev 20 sal in di girtîgehê de ye û her wiha du neviyên wê Suleyman Gultekîn û Mustafa Aydin ên ku ew jî di girtîgehê de di greva birçîbûnê de, ji ber bêdengiya raya giştî gazi kirî, got, kurê wê 36 sal ceza lê hatiye birin ev 28 sal in di girtîgehê de ye, niha li Girtîgeha Tekîrdagê ye, her wiha neviyê we Mustafa ev 25 sal in û Suleyman jî ev 26 sal in di girtîgehê de ne. Dayik Latîfe Aydin got kurê wê û neviyên wê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne.


 ‘CEZAYÊ MIEBETÊ DANÊ, EM HATIN VIR’


Malbata Aydin piştî ku du kurên wê yên mezin zanîngeh bi dest xistin, beriya bi 40 salî ji Mêrdînê koçî Edene dikin, li vir hem dest bi têkoşîna jiyanê û hem jî ya nasnameyê dikin. Aydin dibêje dema ku nû hatin vir ew ne bi mayindetiyê, ji bo perwerdehiya zarokan hatibûn û didomîne, ‘’Dema ku zarokên min dest bi zanîngê kirin, hem ew tevlî nav xebatan bûn û hem jî em bi malbatî zêdetir tevlî têkoşînê bûn. Me xwe hazir dikir ku em li welatê xwe vegerin, lê zext û zordariya ku zede bûyî, pêvajoya girtîgehan em bêhtir bi metropolan ve girêdan. Tim ji malbatê hinek li ser rêya girtîgehê bûn. Piştî ku kurê min ê biçûk Abdullah cezayê miebetê xwar, em li vir bi cih bûn.’’


 ‘PIR ALÎKARXWAZ BÛ’


Aydin got kurê wê pir hez dikir ku alîkariyê bike û got, ‘’Abdullah ji 7 zarokan ê herî biçûk e. Zaroktî jî li cihê xwe nedisekinî. Hew me didît ku darê cîranan hildigirt, hew me didît ku poşetek hildigirt. Rojekê dev û rûyê wî di nav xwînê de hate malê. Min got, ‘’Kê çi bi te kir, çima hûn bi hev çûn?’’ Piştre ez hîn bûm ti têkiliya wî bi pevçûnê re tine. Ji bo hevalê xwe pev çûye. Her ku mezin bû tevgera wî jî guherî.’’


 ‘DI 48 ROJAN DE 10 KÎLO DAN’


Dayik Aydin li ser kurê xwe, ku dema li zanîngehê Endazyariya Înşeatê dixwend geş bûyî, got, ‘’Hê zaroktî me ew bi fikra welatparêziyê mezin kir. Êdî ne bi tişta ku me hînî wî kirî, lê tişta ku ew bi xwe hîn bûyî û li qadên ku wî geş kirî dest bi xebatan kir. Di pola dawî ya zanîngehê de hate destgîrkirin û kirin girtîgehê.’’. Dayika ku bi telefonê bi kurê xwe re axivî, got kurê wê Abdullah gotiye, ‘’Rewşa me baş e, morale me baş e. Sebra me heye. Heta ku em vê çalakiyê bi ser nexin em bi paş ve gav navêjin’’ û piştre gotiye ew heta dawiyê li pey çalakiya xwe ne, diyar kir, ew li bara bêdengiyê bi helwest in û domand, ‘’7000 hezar kes di greva birçîbûnê de ne. Çawa dibe ku mirov hê jî bêdeng bin, jineditî ve werin’’. Aydin got kurê wê 10 kîloyan li xwe şikandiye.’’


‘EM JÎ DI GIRTÎGEHÊ DE NE’

Aydin herî dawî got, ‘’Heke ne ji ber temenê min bûya niha ji  mêj ve min ê jî dest bi greva birçîbûnê bikira lê nexweş im û temenê min dibe asteng. Ew li girtîgehê em li malên xwe. Her çendî em li malê jî bin, em xwe di girtîgehê de dibînin. Niha ew çi qasî azad bin, em jî ew qasî azad in. Em dayik ji aşiyê pê ve çi bixwazin. Daxwaza dayika gerîla jî, ya leşkeran jî, ya min jî aştî ye. Tişta dibe bi me dibe, bi zarokên me dibe. Ev 28 sal in kurê min ji min dûr e, li girtîgehê ye. Hê jî ez bêhna ser kincên wî vedişêrim. Ez pê sebra xwe tînim.’’