Hukûmet mîna sedeqeyan bide zam aşkera kirin

Hukûmet mîna sedeqeyan bide zam aşkera kirin

Hevdîtinên di navbera hukûmet û konfederasyonên memuran de tevî îtîrazên KESK û Kamu Sen jî bi lihevkirinê bi encam bû.

Di encama hevdîtinan de, di sala 2014’an de wê 175 TL zam li mûçeyan were zêdekirin, di sala 2015’an de jî ji sedî 3+3 zam bê kirin. KESK û Kamu Sen li hemberî vê biryarê derketin û biryara çalakiyan wergirtin.

Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Faruk Çelîk encamên zama ku dê bê kirin aşkera kir. Li gorî vê “Li gorî biryara ku di Çileya  2014'an de bikeve meriyetê wê 175 TL li mûçeyan bê zêdekirin. Sala 2015’an di 6 mehên destpêkê de ji sedî 3, di 6 mehên dawîyê de ji sedî 3 û eger pêk bê wê ferqa enflasyonê bê dayîn.”

Wezîr Çelîk da xuyakirin ku, di 6 mehên destpêkê yên sala 2014’an de 75 TL, di 6 mehên dawî yên sala 2014’an de jî 75 TL bi giştî 150 TL tazmînata perwerde û hîndekariyê wê bidin mamosteyan.

WÊ ENDAMÊN KESK’Ê DI 16’Ê TEBAXÊ DE BER BI ENQEREYÊ VE BIMEŞIN

KESK û Kamu Sen, di daxuyaniya ku duh dan de gotin ku ew teklîfa hukûmetê qebûl nakin.   

Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, got, "Ev ji bo kedkar û kesên teqawît ne teklîf tehdît e.” Ozgen her wiha da xuyakirin ku di 16’ê Tebaxê de wê ji Stenbol, Îzmîr, Amed û Trabzonê ber bi Enqereyê bimeşin.