Hugo Chavez li Stockholmê hat bibîranîn

Hugo Chavez li Stockholmê hat bibîranîn

Serokwezîrê Venezuellayê Hugo Chavez ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, duh êvarê li Stockholmê hat bibîranîn.

Şahiya ku ji aliyê Resolver (Piştevaniya bi Venezuella) a ji Latîn Amerîkayên li Swêdê dijîn pêk tên hat organîzekirin, rewşenbîr û nûnerên rêxistinên girseyî yên Swêd, Filistîn, Latîn Amerîka û Afrîkayê axivîn. Her wiha komên muzîkê jî stran û sirûd gotin.

 Serokê Komên Latîn Amerîkayê Francîsco Cantreras diyar kir ku, Chavez ji bo ku şert û mercên jiyanê yên xizan û karkan sererast be û pergaleke adîlane bê avakirin têkoşiyaye û  ji ber vê rastî êrîşa emperyalîst û bûrjûwayan hatiye.  Contreras da zanîn ku, dê Chavez û nêrînên wî her tim ji bo gelê Latîn Amerîkayê bibe çavkanî.

Nivîskar û rojnamgerî Swêdê Goren Greîder jî axivî û got, ew difikirî ku bal bikişîne ser gotinên nefretê yên li hemberî Chawez yên Swêdê, lê got hewce nîne bersivê bide van sûcdariyan û got ji Chawez helbestek nivîsiye.

Di helbesta Greîder de behsa têkoşîna Chavez tê kirin û got, Chavez ji bo DYA û Bûrjûvazî tirsandiye rastî sûcdariyan hatiye, bûye hedef.

Serokê Komeleya Çanda Filistinê Nael Tauqan jî di axaftina xwe de  bi erebî ji Chavez re got; Chavez Em ji te hez dikin’ û got Chavez li dijî kapîtalîzm û emperyalîzma gelên cîhên têkoşîneke mezin daye .

Koma Muzîkê ya Şîlîlî stran û sirûdên Vîctor Jara û Vîolete Parra xwendin û komên muzîkê yên Kolombiya, Perû, Bolîvya û El Salvador jî ji bo bîranîna Chavez gotin.