‘Hucreyên terorê yên razayî’ yên DAIŞ’ê fikaran zêde dikin

‘Hucreyên terorê yên razayî’ yên DAIŞ’ê fikaran zêde dikin

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Swêd û Norwecê de derketin, endamê çeteyên DAIŞ’ê ku berê şer kiriye û derbasî Tirkiyeyê bûye, ji televîzyona Norwecê NRK’ê re diyar kiriye ku li Ewropayê gelek hucreyên DAIŞ’ê hene û di rewşa ku ji navenda Rojhilata Navîn talîmat bê wê serî li çalakiyên terorê bidin.

Kesê mijara gotinê diyar dike ku ciwanên Misilman ên li Ewropayê hatine dinê qezenckirina wan li gorî penaberên ji Sûriyeyê hatine hêsantir e, ji ber ku kontrola polîsan li ser penaberên nifşên duyemîn kêmtir e, tevlîbûna wan a ji bo rêxistinên terorê hêsantir e û got: "Mînak kesek bi min re ji bo ku tevlî Dewleta Îslamî bibe bikeve têkiliyê, ji bo ku ji armancên din re bê bikaranîn ji wî re tê gotin ku li cihê xwe bimîne.”

Axaftina xwe de li xwe mikur hat ku wî jî kafir kuştine û ji ber ku zêde pêşde çûne ji DAIŞ’ê veqetiyaye û got li gelek welatên Ewropayê hucreyên terorê yên ku li benda pêkanîna çalakiyan e, hene.

Berdevkê çapemeniyê yê Polîsê Ewlehiya Norwecê (PST) Martîn Bernsen da zanîn ku tehdîda terorê ya li hemberî Norwecê zêde bûye û kesên li Sûriye, Iraq û Somaliyê tevlî pevçûnan bûne piştî perwerdeya leşkerî şûnde vedigerin Norwecê û li ser wan kontrol zêde kirine.

Rayedarên Polîsên Swêdê jî gotin ku îsal serlêdana penabertiyê ya 45 kesên bi guman red kirine.  Musteşarê Sapoyê Anders Thornberg jî got ku di rojên buhrî de nêzî 300 cîhadîst ji bo tevlî DAIŞ’ê bibin derbasî Suriyeyê bûne û ji van 20 kes di pevçûnan de hatine kuştin.

Hinek pisporên terorê jî gotin ku şîroveyên der barê hucreyên DAIŞ’ê yên li Ewropayê zêde tên mezinkirin.