HRW û Artîcle 19, beşdarî dosyeya HDP’yiyên girtî bû

Daxwaza mudaxîlbûnê ya Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewrûpayê (AKÎHK) Nîls Mûîznîeks, saziya civaka sivîl ARTICLE 19 û HRW hate qebûlkirin.

Dadgeha Mafê Mirovan di dozê de ya ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û ya ji bo parlementeran hatibû vekirin, daxwaza mudaxîlbûnê ya Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewrûpayê (AKÎHK) Nîls Mûîznîeks, saziya civaka sivîl ARTICLE 19 û HRW qebûl kir.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ku, “Têkildarî girtina hevserokên me yên giştî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlementerên me yên ku ev salek e di girtîgehê de ne, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê hatibû xistin.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin, “ Di dozê de ya ku li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê didome, daxwaza mudaxîlbûnê ya Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewrûpayê (AKÎHK) Nîls Mûîznîeks, saziya civaka sivîl ARTICLE 19 û HRW hatiye qebûlkirin. Daxwaza mudaxîlbûnê ya Yekîtiya Navparlementoyî ya ku ji parlementerên welatên endamên Neteweyî Yekbûyî pêk tên jî, gihiştiye dadgehê.”