HRW: Komên 'sûcê mirovahiyê dikin' di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin
HRW: Komên 'sûcê mirovahiyê dikin' di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin
HRW: Komên 'sûcê mirovahiyê dikin' di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) da xuyakirin ku komên ser bi Arêşa Azad a Sûriyê û El Qaîdeyê, di destpêka meha Tebaxê de piraniya wan jin û zarok herî kêm 190 kes qetil kirin. HRW da xuyakirin ku komên "sûcê mirovahiyê dikin" di ser Tirkiyê re şervan û çekan derbas dikin û ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, ku bang li Tirkiyê bike.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, der barê bûyerên li Sûriyê de ku yekemcar derbasî welêt bû, raporek weşand. Rapora ji 105 rûpelan bi sernavê "Mirov dikarin hînê xwîna wan bibînin: Li çoltera Lazkiyeyê, înfaz, gulereşandin û dîlgirtinên ji aliyê hêzên mûxalîf ve hatin kirin" hat weşandin.
HRW li cihê bûyerê serî li 35 şahidan da. Di nava van de, şahidên ku di êrîşa çekdaran a li hemberî 10 gundên li herêma Lazkiye ya 4'ê Tebaxê de bi saxî filitîn jî, hene. Li gorî HRW, di 4'ê Tebaxê de 57 jê jin û 18 jê zarok herî hindik 190 sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatin qetilkirin. HRW cih da navê 20 ji van.
HRW'ê ragihandin ku 67 ji kesên hatin kuştin, tevî ku bêçek bûn jî dema direviyan hatine qetilkirin. Di raporê de tê destnîşan kirin ku bi belgeyan diyar e, yên hatine qetilkirin ne şervan lê sivîl in.
20 KOM BEŞDAR BÛN
Di raporê de hat ragihandin ku herî kêm 20 kom beşdarî operasyona 18'ê Tebaxê ya li dijî 10 gundan bûne. Lê li gorî HRW di êrîşa 4'ê Tebaxê de pênc rêveber û organîzatorên bingehîn hene: Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê, Caîş El Muhacîrîn wel Ansar, Ahrar El Şam û Şukur El Îzz.
HRW'ê ragihand ku di destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û Caîş El Mûhacîrîn wel Ansar de, piraniya wan jin û zarok hînê 200 sivîl dîlgirtî ne û got, "Van şervanan di roja yekemîn a cejna Remezanê di 4'ê Tebaxê dest bi êrîşê kirin. Çeperên artêşê derbas kirin û ketin hundirê zêdeyî 10 gundên Elewiyan."
LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC HAT KIRIN
Gundiyan diyar kirin ku dema ji komên çete direviyan, rastî gulereşandinê hatin. HRW'ê got, "Di hin bûyeran de şervanan, malbat bi temamî qetilkirin."
Mudurê Maseya Rojhilata Navîn ê HRW'ê Joe Stork diyar kir ku ev binpêkirin ne karê hin şervanên bêkontrol e û got, "Ev yek operasyoneke plankirî ya li dijî gelê sivîl ê li gundên Elewiyan e." Stork da xuyakirin ku ev bûyerên qetilkirina sivîlan, revandin û binpêkirin "sûcê li dijî mirovahiyê" ye.
DI SER TIRKIYÊ RE DERBASÎ SÛRIYÊ DIBIN
Di raporê de tê destnîşankirin ku piraniya şervanên biyanî yên di komên mûxalîf de cih digirin, di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin, dîsa di ser Tirkiyê re çekan peyda dikin.
HRW'ê got, "Li gorî çavdêriyên berpirsyarên servîsên ewlekariyê yên Sûriyê, nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin, dîplomatên Rojavayî, rojnamevan û wezîfedarên organîzasyona însanî, şervanên biyanî yên van koman, ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Ji vê derê çek, pere û ekîpmanan derbasî hundir dikin û ji bo tedawiya tenduristiyê jî li vê derê vedigerin."
DIVÊ KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BANG LI TIRKIYÊ BIKE
Di raporê de bang li Tirkiyê tê kirin ku dewroiyên xwe yên li ser sînor xurtir bike û derbasbûna çekdarên van komên mafên mirovan binpê dikin, asteng bike û wiha tê gotin, "Ji ber ku li Sûriyê sûcê şer û li dijî mirovahiyê tê kirin, bila Tirkiye der barê fermandar an jî kesên guman jê tê kirin ku beşdarî van sûcan buye, lêpirsînê bide destpêkirin."
HRW her wiha got, "Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û hevalbendên Tirkiyê, bi armanca pêşîgirtina li derbasbûna çekan di ser Tirkiyê re bê girtin, bang li Tirkiyê bikin ku hîn bêtir lêkolînan bike."