HRW: Ji bo mûxalefetê têk bibin Demîrtaş girtin

HRW’ê nerazîbûn nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş da û got, “Dixwazin mûxalefetê têk bibin.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) têkildarî girtîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtina serokekî partiya mûxalefetê ya di girtîgehê de li dijî regezên bingehîn ên demokrasiyê ye û bi vî tiştî re desthilatdarî dixwaze mûxalefetê têk bibe.

‘PERGALA EDALETÊ JI BO TIŞTÊN XERAB TÊ BIKARANÎN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Girtina Selahattîn Demîrtaş a ji salekê zêdetir bi qasî binpêkirina mafên wî yên tevlêbûna siyasetê û azadiya xweîfadekirinê tê wateya mehrûmkirina mafên kesên ku dengê xwe dane wî û partiya wî jî.

Delîlên bi telefon û guhdarîkirina mekanan hatine bidestxistin jî têkildarî saziyeke civakî ya bi navê Kongreya Civaka Demokratîk e û delîlên di dest de nîşan dide ku têkiliya wê bi PKK/KCK’ê re tune.

Di heman demê de daxuyaniya Demîrtaş a ji bo protestokirina DAIŞ’ê ya li Kobanê tê dîtin ku ev ne banga şîddetê ye. Berevajî vê ev banga protestokirinê ye.”

‘TU DELÎL TUNE’
Dîrektorê HRW’ê Hûgh Wîllîamson gotina xwe wisa bi dawî kir:

“Delîlên têkildarî Selahattîn Demîrtaş gelek jê ji axaftinên wî yên siyasî pêk tê. Delîlên heyî mirov di warê sûc de qanih nakin. Tê dîtin ku doza li Demîrtaş hatiye vekirin tê wateya qewartina esasê mûxalefeta li Tirkiyeyê.”