HRW: Artêşa Sûriyeyê bombeyên şewatê bikartîne

HRW: Artêşa Sûriyeyê bombeyên şewatê bikartîne

Human Rights Watch aşkera kir ku, artêşa Sûriyeyê di nava 12 mehan de bombeyên şewatê bikar aniye. Da diyarkirin ku, ji bombeyên ku artêşa Sûriyeyê di 12 mehan de bikar anîne, herî kêm 10 ji wana bombeyên şewatê ne. Rêxistinê destnîşan kir ku, bombeyên ku artêş bikartîne her yek ji wana nîv ton girane. Her wiha ragihand ku, di meha Tebaxê de bombeya ku avêtî dibistana gundek ya girêdayî Helebê de 37 kesan jiyana xwe jidest dabûn.

Human Rights Watch (HRW) ragihand ku, artêşa Tirk di nava 12 mehên dawî de herî kêm deh caran bombeyên şewatê bikaranîne. Rêxistin dide diyarkirin ku, pêwîste civaka navnetewî ji ber bikaranîna van cure çekan Sûriyeyê mehkum bike û  anî ziman ku, ev bombeyên şewatê mirovan dişewitînin. Bang li saziyên navnetewî kir ku, destûr nede Sûriye çekên bi vî awayî bikar bîne.