Gerînendayê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 6'emîn salvegera qetilkirina xwe bi dirûşmên "Em li vir in Ahparîg (Birayê min)" hat bibîranîn. Malbata Dîng û dostên wî li ber Rojnameya Agosê li hev civiyan.
Gerînendayê Rojnameya Agosê Hrand Dînkê ku di 19'ê çileya 2007'an de li ber buroya rojnameyê ji hêla kujer Ogun Samast ve ji pişt ve bi awayekî hovane hat qetilkirin, li ber buroya rojmaneyê a li Şîşliya Osmanbeyê ji hêla bi hezaran kesî ve hat bibîranîn.
Ji ber ku li Taksîmê xebatên binesaziyê hebûn, meş îsal li Qada Şîşliyê dest pê kir. Di meşê de hevsera Hrant Dînk, Rakel Dînk, zarokên wî Arat û Sara Dînk, parlamenterên BDP'ê ên Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tuncel,Pparlamerê Mûşê Sirri Sakik, dayika Sevag Şahîn Balikçi yê ku di 2011'an de gava li Hezoya Êlihê leşkerî dikir hat kuştin, Anî Balikçi, gerînendayê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Rojnamevan Banu Guven ji di nav de gelek siyasetmedar, rêxistinên sivîl bi sedan welatî beşdar bûn.
Di meşa ku pankartên "Em li virin Ahparîg (Birayê min) û "Em hemû Hrant in em hemû ermenî ne" hatin vekirin de, Rakel Dînk û Anî Balikçi cilên reş û atqiyên ku di şînê de ermenî bi kar tînin avîtin stuyê xwe, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di meşê de rengên kesk, sor û zer girêdan û meşiyan. Meşa ku di binê baranê de destpêkir ji hêla çapemeniyê ve jî bi baldarî hat şopandin.
Di meşê de dovîzên bi kurdî, tirkî û ermenîkî ên li ser nivîsa "Êm hemû Hrant in û em hemû ermenî ne" hatin hilgirtin.